Çalakiyên Kampanyaya ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê’ ku li 52 girtîgehên li Îranê dewam dike, di hefeteya xwe ya 89’an de ye. Kampanya, ragihand ku ji 1’ê Cotmeha 2024’an heta niha herî kêm 1695 kes hatine bidarvekirin.
Li gorî daneyên kampanyayê di navbera meha Adar û Cotmeha 2025’an de herî kêm 957 kes hatine darvekirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku cezayê mirinê edaletê pêk nayne û rê li ber sûcan nagire, berovajî tundiya civakî kûrtir dike û wiha hate gotin: “Cezayên darvekirinê amûra zext û tirsê ye. Divê welatî, hunermend, nivîskar, mamoste û karkerên xwedî wîjdan li dijî vê pêkanînê dengê xwe bilind bikin.”
DI 4’Ê COTMEHÊ DE 6 GIRTIYÊN SIYASÎ HATIN BIDARVEKIRIN
Kampanyayê ragihand ku di 4’ê Cotmeha 2025’an de 6 girtiyên siyasî hatin bidarvekirin û diyar kir ku Dadgeha Bilind derbarê girtiyek de cara sêyemîn biryara darvekirinê da. Her wiha diyar kir ku gelek darvekirinên li Îranê veşartî têne kirin, ji ber vê yekê jî dibe ku hejmara rast ji ya hatî ragihandin zêdetir be.
Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di dawiya sala 2024’an de 113 welat cezayê mirinê bi temamî rakir, 145 welat jî cezayê darvekirinê rawestand.
Kampanyayê di peyama xwe ya bi boneya Roja Mamostayan de nivîskar Samed Behrengî û mamoste Ferzad Kemanger ên hatine bidarvekirin, bi bîr anî û wiha got: Têkoşîna edalet û azadiyê mîrateya wan e.”